Xwîn

Şaneyên xwînê yên sor (erîtrosît)

Xwîn organeke mirovan ya gelek giring e, mirov dikare bibêje ev ava jiyanê ye. Di bedena miroveki gihîştî da, bi giraniya xwe 70 kg û bi bejna xwe 170 cm, nêzîkî 5-6 lître xwîn hene.Xwîn, silaveke ji gelek elementan pêk tê. Di nav xwînê da li aliyek şaneyên xwînê û li aliyê din da plazma bi tevî proteîn, rûn, karbonhidrat, madeyên mîneral, wek kalsiyûm, potasiyûm, natriyûm û hesin hene. Ew element tevî xwînê digihejin hemû derên bedenê û her şaneya bedenê.

Di xwînê da sê cins şane hene. Ji wan re dibêjin erîtrosît (şaneyên sor yên xwînê), lekosît (şaneyên spî yên xwîne) û trombosît (şaneyên biçûk, yên ji bo meyandina xwînê; ger ew tunebin, xwîn nikare bimeye). Erîtrosît (sorgilorik) ji pişikê oksîjen bar dike u digihijîne her şaneyên bedenê. Erîtrosît wekî şaneyên bedenê din nîn in, ji ber ku dendikê wan tune. Ew bi teqrîbî 5.000.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin. Lekosît (spîgilorik) bedenê ji mîkroban û hemû tiştên ku beden naxwaze paqij dike. Ango ew leşkerên bedenê ne. Ger mîkroban avêtin ser bedenê, da ku we nexweş bixin, lekosît wan mîkroban nas dikin û di wê gavê da dijî wan şerekî destpê dikin.

Gelek cinsên lekosîtan em nas dikin. Hindek ji wan ji bo kuştina mîkroban, hindek ji bo naskirina mîkroban û hindek jî ji bo çêkirina antîkor (dijîbeden) berpirsiyar in. Ji wan re dibin lenfosît. Ji cinsekî din ê lekosîtan re ji dibêjin monosît. Monosît li kuderê mîkroban dibine, wan dixwe û bi wî awayî wan bêzerar dike. Ev bi teqrîbî 5.000 / mîkrolître di bedenê da tên dîtin. Şaneyên din ku di xwînê da hene, navê wan trombosît in. Wezêfeya wan meyandina xwînê ye. Ger trombosît tunebin (di bedenê mirovan da, li her dezîlître 200.000 hene) xwîn nikare bimeyî û xwîn biherike heta mirov mir. Ger mirov birîndar be, an ji ciyekî xwe jêbike, trombosît têne şûna birînê û demarên ku jêbûye û xwîn jê tê, dixitimîne.

 

AddThis Social Bookmark Button
Comments (0)
Write comment
Your Contact Details:
Comment:
[b] [i] [u] [url] [quote] [code] [img]   
:D:angry::angry-red::evil::idea::love::x:no-comments::ooo::pirate::?::(
:sleep::););)):0
Security
Please input the anti-spam code that you can read in the image.
 
Reklam
Copyright © 2012 Open Source Matters. Hemû mafên bikaranînê parastîne.
Joomla! programeke xorayî ye û li gor lîsansa GNU/GPL tê bikaranîn.
Facebook MySpace Twitter Digg Delicious Stumbleupon Google Bookmarks 
 
Sale Sponsor Lösev
(AELV) - 14/11/2010

Price: 0 CH
Sale Sponsor Gesundheitsdepartement
(AELV) - 14/11/2010

Price: 0 CH

Statistiken

Endam : 2
Naverok : 51
Lînk : 13
Content View Hits : 417853
AddThis Social Bookmark Button