There are no translations available.

Hevala ku hêdî hêdî te dikuje

 

Çarşem, 09 June 2010

 

Warvîn: Li gor rapora Rêxistina Tenduristiya Cîhanî, di welatên erebî de, rêjeya

cixarekişandinê di nav zarokên de gihîştiye ji %23’ê lê ew rêje li Iraqê, ji ber xirapiya rewşa siyasî û aborî gihîştiye ji %30’ê. Li seranserê cîhanê jî ev rêje ji %9 zêde bûye. Herweha ji %70’ê yên ku hînî madeyên bêhişker dibin, destpêkê cixare dikşînin û paşê tûşî madeyên bêhişker dibin. Li gor amara Rêxistina Tenduristiya Cîhanî jî li seranserê cîhanê 1,8 mîlyar kes cixare dikşînin.

 

Ziyanên cixarekişandinê

Bi baweriya pisporan, madeya nîkotinê ku di cixareyê de heye, bo kesên ku dikşînin dibe sedema bilezbûna lêdana dil û girjbûna demarên xwînê, bilindbûna pestana xwînê, zêdebûna karbondîoksîdê di nav laş de. Ziyanên cixarekişandinê ji ber zêde û kêmkişandinê ji kesekî bo kesekî din diguhere. Pisporên nexweşiyên henavî derheqê vê mijarê de dibêjin: “Ziyanên tenduristî yên cixarekişandinê, li gor hejmara cixare, dema cixarekişandinê, hilmijîna dûyê wê, digihere. Çimkî di her cixareyekê de nêzî 4000 madeyên kîmyawî hene ku 400 ji wan jehrawî ne.

 

Nexweşîyên dil û demaran

Pispor amaje bi wan nexweşan dikin ku ji ber cixarekişandinê mirov tûşî dibin:

-Nexweşiyên dil û damaran Nexweşiyên dil û damaran dibin sedema mirinê ku ji ber cixarekişandinê çê dibin. Çimkî 1 / 5

 

Hevala ku hêdî hêdî te dikuje

Kolestrol û rûnên din bi damaran ve dimînin, dibin sedema tengbûn û hişkbûnê an jî girtina boriyên xwînê. Dema ku damar req dibin, xwîna meyî çê dibe. Ev xwîna meyî ji ber tevgera xwînê, derbasî piraniya demaran dibe.

-Reqbûna damaran, di kesên cixarekêş de zêdetir çê dibin.

Ji ber girtina damarên mêjî mirov tûşî felcbûnê(stroke) dibin.

-Eger damarên gurçikan bên girtin, ew dibe sedema zêdetir fişara xwînê an jî jikarketina gurçikan.

-Girtina damarên lingan ku dibe ku bibe sedema laşreşiyê(kangren).

-Bilindbûna fişara xwînê, dibe sedema krîza dil û felcbûnê.

-Cixare bandoreke pir xirap li ser tûşbûna nexweşiya bêhntengî(astim)yê dike. Çimkî cixare dijî çareseriya dermanên bêhntengiyê radiweste û nexweşiyê zêdetir dike, an jî egera başbûnê kêmtir dike.

-Damarên çavan ji ber dûyê cixareyê, pir hestiyar dibin, dibin sedema xûrîn û arîşeya dîtinê. Cixare rêjeya tûşbûn bi birîna zik û dozdegirêkê zêde dike.

Piraniya kesên ku tûşî wê birînê dibin, di dema cixarekişandinê de êş dikşînin.

Cixarekişandin dibe sedema kêmbûyîna hesta nav devê mirov.

Di nav dev de tamekî tal ê berdewam û lawazbûna hesta bêhnkirinê çê dike. Li gor amarên tenduristiyê yên cîhanê, rêjeya mirin û tûşbûna bi nexweşiya cîxarekişandinê, ji mirina asayî zêdetir e. Akinciyê taxa Teyraweyê ya bajarê Hewlêrê mamoste Mihemed Xaziyê 42 salî dibêje: “Ev 9 sal in ji ber 2 / 5 

 

Hevala ku hêdî hêdî te dikuje  

 

Cixarekişandinê ez tûşî birîna zik bûme û berdewam ez diêşim.”

Ew mamoste amaje bi wê axaftina doktor dike ku ji wî re gotiye, ew ji ber cixarekişandinê tûşî wê nexweşiyê bûye û divê ew dev ji cixareyê berde. Lê tevî vê yekê Mihemed Xazî dibêje: “Ez nikarim. Ji ber ku ji 16 salî ve ez cixare dikşînim.”

Resûl Husên, zilamekê bitemen ê akinciyê taxa Kuranê ya Hewlêrê ye. Her çend e bi başî nizane ku temenê wî çend e lê dibêje; “Ez zêdetir ji 70 salî me.” Ew ji ber cixarekişandinê tûşî nexweşiya bêhntengiyê bûye û dibêje: “Heta ku tê bîra min ez cixare dikşînin. Her çend e ez tûşî bêhntengiyê bûme jî ez nikarim dev jê berdim. Hin caran ez nikarim henase bigirim. Pir car ez hewl didim da ku dev ji cixareyê berdim û hevsera min jî alîkariya min dike lê ez nikarim. Lê min niha cixarekişandinê kêm kiriye, ez di 2 rojan de paketekê dikşînim.”

Cixare û pençeşêr

Pispor cext li ser wê yekê dikin ku piraniya pençeşêrên wek pişik, qirik, dev ji ber cixarekişandinê ne.Pisporê neştergeriya giştî Dr. Botan Ebdulqadir aşkere kir ku ji %90’ê pençeşêra pişikê ji ber cixarekişandinê ye.

Pençeşêra dev Pisporê nexweşiya dev û didanan Dr. Rizgar Mihemed dibêje: “Cixarekişandin rêjeya tûşbûn bi pençeşêrê çar qat zêdetir dike. Ev pençeşêr jî li ser lêv an jî li jêr ziman diyar dibin.

Nexweşiyên nav dev wek yên pûk, bîhna henase û ketina didanan, herweha zêdebûna tirşî û tame nexweş a nav dev, ji ber cixarekişandinê tûşî mirovan dibin.”

Herweha Dr. Rizgar Mihemed diyar kir ku pençeşêr herî zêde di kesên cixarekêş de tên dîtin.

-Pençeşêra rehîma jinan 3 / 5

 

Hevala ku hêdî hêdî te dikuje

- Pençeşêra gurçikan

- Pençeşêra deriyê madeyê

- Pençeşêra mîzdangê

- Pençeşêra memikan

- Pençeşêra pankreas

- Nexweşiyên hemû endamên heneseyê, wek birîna boriyên henaseyê, werimîne pişikan, tengenefesî, kuxik û belxam.

 

Bandora cixareyê li ser seksê

Lêkoler diyar dikin ku zilamên cixarekêj yên temenê 30 heta 45 salî bi berhevdan digel ew kesên ku cixare nakşînin, bi rêjeya ji %50’ê tuanaya kirdariya seksî kêm dibe. Çimkî nîkotîna nav cixareyê dibe sedema meyîna xwînê û girtina damaran. Yek ji wan boriyan jî, boriya

demarên xwînê yên penîsê zilam e (endamên nêrîne) ku dibe sedema tengbûn û xetimîna wan demarên xwîn û xwîn kêmtir di wan demaran re derbas dibe.

Ew tengbûn bi derbasbûna demê zêde dibe. Li gor lêkolînekê ku li Birîtanyayê hatiye kirin, derketiye ku 120 hezar zilam ji ber cixarekişandinê ji seksê dûr ketine.

 

Hemîletî

4 / 5

Hevala ku hêdî hêdî te dikuje

Bijîşk hişyarî bi welatiyan didin ku ji bo parastina tenduristiya xwe û zarokên xwe, cixare nekşînin. Pispora nexweşiyên jinan Dr. Etiye Heme Seîd dibêje: “Cixarekişandin jina hemîle tevî ziyanên nav laş, zarokê wê jî rûbirûya nexweşiyan dike û egera jiberçûna zarokê wê ji %60 zêde dike.

Têkçûna endamên zarok bi rêjeya ji %40 zêde dike. Herweha zêdebûna rêjeya tûşbûna zarok bi nexweşiyên hestiyar û egera mirina zarok piştî jidayîkbûnê zêdetir dike. Pir caran jî dibe sedema wê yekê ku zarok pêş dema xwe ya asayî ji dayîk bibe. Herweha di encama cixarekişandinê de kêşa zarok kêm dibe û pişikên wî asayî nabin.

Kesên şareza aşkere dikin ku cixarekêşî nerasterast ziyanê dide mirovan. Kesên ku digel kesên cixarekêş dijîn tûşî ziyanê dibin. Pisporê nexweşiyê jin, zarok û nezayoktiyê Dr. Barzan Kemal dibêje: “Kesên ku li mal an jî di cihê kar de digel kesekî cixarekêş dijî, tûşî ziyana tenduristiyê dibe.Çimkî kişandina 6 cixare digel kesekî cixarenekêş, wek wiha ye ku ew kes jî wek ku cixareyekê bikşîne.”

Dr. Barzan Kemal diyar kir ku ziyanên cixarekişandinê bo jinan bi berhevdan digel zilaman zêdetir e. Çimkî cixare jinan tûşî pençeşêra rehîmê , kêmbûna heza seksê,têkçûna pest, dev û lêv dike. Akinciya Hewlêrê Besme Ezîza 57 salî ku bi binyat ereb e, amaje bi wê yekê dike ku ew ji ber cixarekişandinê tûşî pençeşêra rehîmê bûye û sê meh berê hatiye amelîyatkirin.

Şîlan Yasîn

5 / 5

 

 

 

AddThis Social Bookmark Button
Comments (0)
Write comment
Your Contact Details:
Comment:
[b] [i] [u] [url] [quote] [code] [img]   
:D:angry::angry-red::evil::idea::love::x:no-comments::ooo::pirate::?::(
:sleep::););)):0
Security
Please input the anti-spam code that you can read in the image.
 
Reklam
Copyright © 2012 Open Source Matters. Hemû mafên bikaranînê parastîne.
Joomla! programeke xorayî ye û li gor lîsansa GNU/GPL tê bikaranîn.
Facebook MySpace Twitter Digg Delicious Stumbleupon Google Bookmarks 
 
Sale Sponsor AELV
(AELV) - 20/06/2010

Price: 0 CH
Sale Sponsor Blutstammzellen
(AELV) - 14/11/2010

Price: 0 CH

Statistiken

Endam : 2
Naverok : 51
Lînk : 13
Content View Hits : 417849
AddThis Social Bookmark Button