Beispielseiten



There are no translations available.

Ji bo nexweşên pênçeşerê (kanserê) hêviyek mezin; Tîrijên îyonê

Zanîngeha Heidelbergê cîhazek bi giraniya 600 tonî, bi meznaniya nîvmeydanek fûtbolê û bi elektirîka bajarekî dixebite, xiste xizmeta dermankirina kanserê. Navneda Dermankirina bi tîrijên îonê li Zanîngeha alman Heidelbergê vebû. Piştî xebatên dûr û dirêj yên komek doktor pispor û înformatîker, Zanîngeha Heidelbergê biser ket ku cîhazek karibe rast rast tîrijên îyonan(îon) bişîne ser hicreyên nexweş û wan bikuje.

Ev cîhaza ji niha ve bûye hêviya bi milyonan nexweşên kanserê(penca şêr), di tekînîka dermankirinê de weka şoreşekê tê qebûlkirin. Cîhaz bi komputeran tê îdarekirin, bi 120 milyon Euroyî ye, 600 ton giran e, bi qasî nîvmeydanek fûtbolê cîh digre û bi elektrîka bo bajarokek bi 10.000 kesî dixebite.

Di vê sîstema dermankirina kanserê de , îyon ku pareçeyên herî biçûk yên atomê ne, bi lezek nêzî leza tîrija rojê, ber bi hicreyên nexweş ve diçin û tenê li wê belav dibin û wan dikujin. Bo vê yekê jî zerarê nadin hiucreyên nenexweş. Di dema tîrijşandinê de nexweş naêşe û tesîrên wê yên weka porweşandinê, dilxelandinê, zikêş û kîlodanê jî nînin. Cîhaz ewqas hesas e ku agahyiyên ji devera nexweş û laşê însan tên komputerê di saniyekê de 10 hezar caran tên kontrolkirin. Dîsa dema şaşyiyek herî biçûk çê bibe, cîhaz bi lezek nîv milîsaniyek bi xwe radiweste. Seansek dermankirinê tevî haziriyan 25 deqîqe berdewam dike, pênc deqîqe li ser hev tîrijên îyonan hicreyeên nexweş bombabaran dikin.

Li gora agahiyên Zanîngeha Heidelbergê di cîhaza pêşiyê di dermankirina nexweşên emeliyata wan zehmet û birîsk e yên weka tumorên di mejî û rêviyan de bên bikaranîn û salê 1300 nexweş bi vê cîhazê werin dermankirin.

Weka tê zanîn dermankrina bi îyonan li Japonyayê jî tê bikaranîn lê ev cîhaz di vî warî de cîhaza herî modern û pêşketî tê qebûlkirin û niha Zanîngehên Marburg-Giessen, Kiel û Mîlanê jî vê cîhazê çê dikin.

 

AddThis Social Bookmark Button
Comments (0)
Write comment
Your Contact Details:
Comment:
[b] [i] [u] [url] [quote] [code] [img]   
:D:angry::angry-red::evil::idea::love::x:no-comments::ooo::pirate::?::(
:sleep::););)):0
Security
Please input the anti-spam code that you can read in the image.
 
Reklam
Copyright © 2012 Open Source Matters. Hemû mafên bikaranînê parastîne.
Joomla! programeke xorayî ye û li gor lîsansa GNU/GPL tê bikaranîn.
Facebook MySpace Twitter Digg Delicious Stumbleupon Google Bookmarks 
 
Sale Sponsor Lösev
(AELV) - 14/11/2010

Price: 0 CH
Sale Sponsor Blutstammzellen
(AELV) - 14/11/2010

Price: 0 CH

Statistiken

Endam : 2
Naverok : 51
Lînk : 13
Content View Hits : 417843
AddThis Social Bookmark Button