Ji bo nexweşiya pençeşêra xwînê vedîtinek nû

 

Zanyaran huncereya bi tendûrist ya ku li rastî tu mûtasyonên genetîkî nehatî ji çermê nexweşên pençeşêra xwînê hilberandin.


ji bo nexweiya penera xwn vedtinek n

Zanyarên Qenedî, di dermankirina pençeşêra xwînê de, ku yek ji zortirîn curên pençeşêrê ye, serkeftinek mezin bi dest xistin û huncereya bi tendûrist ya ku li rastî tu mûtasyonên genetîkî nehatî ji çermê nexweşên pençeşêra xwînê hilberandin.

Encamên xebata ekîba Enstîtuya Lêkolîna Hucreya Kok û Pençeşêrê ya Zanîngeha McMaster a li bajarê Hamiltonê, ya di bin pêşengiya Prof. Mike Bhatia de, di jimara vê mehê ya kovara zanîstî Nature de hat weşandin.

Prof. Bhatia derbarê xebatê de daxuyanî da û got; “Çermê ku me ji nexweşek gihayî yê pençeşêrê girtibû, me bi sênîka protein a Petrî û fîbroblastan (hucreya xwîn çêker), bi dirêjiya mehekê şûşt. Me piştî mehekê, di sênîkê de hunceryên xwînê yên mûtasyona genetîk û bi tendûrist bi dest xistin. Ji ber ku çavkaniya xwînê ya wî bi xwe bû, ne gengaze ku laşê nexweş vê xwîna me bi dest xistî red bike.”

Prof. Bhatia diyar kir ku dibe di sala 2012’ê de bikaranîna vê sîstemê di klînîkan de bê bikaranîn û got; “Em ê bi vê riyê, di pêkanîna kemoterapî de, bi neşterîgerîkirina nexweşên pençeşêrê de bigihin derfetên zelaltir. Niha yek astengî li pêşiya me heye, ew jî; gelo em ê ji bo em nexweşek gihayî yê pençeşêrê bikaribin çiqas çerm ji bo hucreyên bi tendurst bi dest bixin. Hêviya me ya di vê mijarê de ne xurt e.”

Herwiha Prof. Mike Bhatia got; “Di destê me delîlên ku em bikaribin ne tenê xwînê ji çermê mirov çêbikin, gelek tiştên din jî bihilberînin hene. Lê dema me xebata xwe qedand em ê wê demê vana rabigihînin.”

AddThis Social Bookmark Button
Comments (0)
Write comment
Your Contact Details:
Comment:
[b] [i] [u] [url] [quote] [code] [img]   
:D:angry::angry-red::evil::idea::love::x:no-comments::ooo::pirate::?::(
:sleep::););)):0
Security
Please input the anti-spam code that you can read in the image.
 
Reklam
Copyright © 2012 Open Source Matters. Hemû mafên bikaranînê parastîne.
Joomla! programeke xorayî ye û li gor lîsansa GNU/GPL tê bikaranîn.
Facebook MySpace Twitter Digg Delicious Stumbleupon Google Bookmarks 
 
Sale Sponsor Bazing
(AELV) - 20/06/2010

Price: 0 CH
Sale Sponsor Gesundheitsdepartement
(AELV) - 14/11/2010

Price: 0 CH

Statistiken

Endam : 2
Naverok : 51
Lînk : 13
Content View Hits : 417842
AddThis Social Bookmark Button