|
Li Baselê ji bo Elî Eldenîz xeleke evînê
Â
Elî berê her tiştê spas ku te vê derfeta hevpeyvînê da me.
Â
Di derheqê te de gelek nûçe belav bûn di rayagiştî de li van heft mehên dawîn. Doxtoran di xwîna te de nexweşiya losemiyê (pençêşêra xwîn) dîtin, berê heft mehan. Em dixwezin wek pirsa yekem ji te bikin:
Te çi hîs kir dema ku te zanî tu nexweşê losemiyê yî?
Â
Ez çûm cem doxtor, ji ber ku min xwe baş hîs nedikir. Doxtor got, ku gazincên min dibe ku destpêkeke grîpê be, yan jî ji ber êşa pişta min hişkbûna maskûleyan be. Êşên pişt û singa min her berdewam bûn û min bi zorê nefes hildida. Ji ber vê min biryar da, ku ez xwe nîşanê doxtorekî nas û bi bawer bidim û min jê tika kir, ku xwîna min test bike.
Â
Doxtor rontgen kişand. Paşê xwîna min hilda û şand laboratûarê. Ji min xwest ku ez biçim malê û bendeyê xebera wî bim. Ez hatim malê û ji westanê di xew ra çûbûm. Bi dengê zingila têlefonê şiyar bûm û min fêm kir, doxtorê min li ser xetê ye. Doxtor ji min dixwest ku ez bi lez biçim cem wî.
Â
Doxtor got, ku encama testên xwîn hatiye û bi qasê tê zanîn losemî kifşe bûye di xwîna min da. Her çiqas di derbarê nexweşiya losemiyê da zanabûna min hebû, dîsa jî kûrahiyeke vala çêbû di hundirê min da.
Â
Paşê hat gotin, bêku zeman winda bikim, divê hema biçim nexweşxaneyê. Doxtoran ez pêşwazî kirim li wir. Hizra min a yekem ew bû; ku ev bûyer hemû qaşo dûr ji rastiyê ne û ez ne di nav wan da me! >>>
Â
|