|
Komala Alî Eldenîz ya Pençeşêrê xwe dide nasandin
Xabetên komelê ji bo raya giştî ji aliyê endamên komelê ve bi awayekî dilsozî û bê dirav tên kirin.
Komala Alî Eldenîz ya Pençeşêrê di sala 2008 an de bi despêka nexweş bûne Ali Eldeniz re li bajarê Baselê hate damizrandin. Û komelê navê xwe ji Ali wergirtiye.
Ali kurdekî ku ji Tirkiyê ye. Ciwanekî di sala 1980 an de dayîk bûye. Berî wê 16 salan bi dû malbata xwe re hatiye Swîsre. Alî di Zanîngeha Baselê dest bi xwendina „Zanîna Nanoyê“ û „Nanoteknologî“ye dike. Piştê zanîna „Nanoteknologiyê“
bextê we yê kardîtinê vedibe, di sektora derman, erebe û heta ya boyaxê de. Ali di hevpeyvîneke de wiha dibêje: „Li gorî min ew her sê beş ên pîşe, ji bo peşê demê, beşên herî girîng in“. Ez dixwazim Zanîngehê xelas bikim û di vî warî de ji mirovan re bibim alîkar.
Pençeşêrê derfeta jînê nade min, lê belê bi saya angajmana we, hûn ji bo mirovên ku bi nexweşiya pençeşêrê ketin re dibin hêviya jînê“
Ali di 4 Rêşemî 2008 an de, di Nexweşxana Baselê (Universitätsklinik Basel) de, bi vê nexweşînê jiyane xwe da û xatir ji hezkiriyên xwe xwest. Û li ser daxwaze Ali, Ali li USA bi awayê kriyonîk hate cemidandin.
Armancên me:
• Bi van rêbazan raya giştî ye Swîsre di derbarê nexweşiya pençeşêrê de hestyar kirin:
- Organîze kirine konserên alîkar
- Ji bi raya giştî civîn li darxistin
- Di panêlan de cih girtin û agahî dayîn
- Têkîlî bi çapemaniya Swîsre, Tirkiyê û Kurdistanî re ji bo tomareke berfireh û di darbarê pençeşêrê da raya giştî agahdarî kirin.
• Berfireh kirine têkîliyan bi Banqaya cîhanê, potansiyela bexşkeran û bi Waqfa Swîsre ya navendî Blut-Stammzellê ve.
• Di pêşedemê de, bi Waqfa Swîsre ya navendî Blut-Stammzellê, û bi şaxên Heyva Sor ên Swîsre ve kar kirin.
• Li Swîsre ji bo ku tomar kirin û niwenandin (tipleme) hîn bi lez bibe divê xebat bên kirin.
Komele Ali Eldeniz ya Pençeşêrê heta niha bûye wesilaye sedan kesên ku weke potensiyel û niwenandarên ku l i gel Banqaya cîhanê xwe tomar kirine. Bi saye çalakiyên me ji bo mirovên ku bi nexweşiya pençeşêrê ketine danêrên guncaw hatine tespît kirin. Em weke xebatkarên AELV li vira xwe hîn xurtir hîsdikin û dixwazin di înîsatîf û panelên agahî danê de cîh bigrên û motîvasyona xwe hîn bilintir bikin. Em komeleke ku çalakiyên xwe ji bo raya giştî bi riya bexş û minêkaran fînanse dikine. Komel çavkaniyên giştî bikar nîne. Komel xwe bi mehanetiyên endaman, alîkarî, hatinen ji şev û şahiyan çandî, firotina materyalên nasandina komelê û herwiha alîkariyên dayreyên tendurîstiyê debar dike.
Ev beşe hîn xelas nebûye.
Tedawiyên pençeşêrê çiqasê mimkun e?
Di cîhana tibê de tedawiya nexweşiyên pençeşêrê di kîjan astê de ye gelo… Pençeşêrê pirsigirêkeke sereke ya cîhanê ye. Her sal nêzî 8 milyon kes ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest didin
Her sal ji ber pençeşêrê 8 milyon kes jiyana xwe ji dest dide. Dema hemû cureyên pençeşêrê bê berhevkirin ji sedî 10’î zêdetir kes ji ber nexweşiyên pençeşêrê dimirin. Lêkolînerên pençeşêrê ku xwedî butçeyeke milyar dolarî ne hê jî dermanekî bi bandor nedîtine. Li gorî zanistan dema pençeşêr dibe mijara gotinê ji hemû kesan ne mumkune ku derman bê dîtin. Lê tîba modern ji bo ku ji pençeşêrê re çareyekê bibîne di kîjan astê de ye? Berê zanist gelek bi îdia bûn ku dê rojekê teqez ji bo pençeşêrê çareyê bibînin. Lê her ku sal derbas bûn lêgerîna çareseriyê ya cîhana zanistê veguherî û êdî hate fêmkirin ku ev nexweşiyeke kronîk ya ku mirovan dikuje ye. Niha hemû hewldanên cîhana tibê li ser pêşîgirtina pençeşêrê û teshîsa zû ye.
Pençeşêr çi ye? Hîpokrat ku wekî bavê zanista tîbê tê zanîn gelek cureyên pençeşêrê tespît kiriye û navê vê nexweşiyê ku bi yewnanî tê wateya kevjalê (carcînos) daniye. Di Serdema Yekemîn de zanistê tibê yê bi navê Celsus nexweşî ku tê wateya kevjalê a wekî ‘cancer’ da nasîn. Yekemîn tedawiya pençeşêrê Beriya Zayînê di sala 1600’î li Misra Antîk tê dîtin. Di teksteke ku di papîrusa ku li Misrê hatiye dîtin de derket holê ku ji sînga nexwşişekê pençeşêrê 8 kîtle hatiye derxistin. Ji bo nexweşiyê jî têbiniya ‘tu tedawiya wê tune ye’ hatiye nivîsin. Pençeşêr di warê modernîteyê de di sedsala 18’emîn de bi belavbûna mîkroskobê re belav bû. Her wiha huncreyên pençeşêrê jî bi awayekî genetîk ji hunreyên normal di sedsala 20’emîn de hate nasîn. Pençeşêr bi hin huncreyên ku derveyî kontrolê mezin dibin derdikeve holê. Hucreyên ku derveyî kontrolê mezin dibin bi riya xwîn û benzên lenfê li beden belav dibin û berbi mirinê ve dibe. Zanistên tibê pençeşêrê li gorî du cureyan ji hev vediqetîne. Yek genetîk û ya din jî cureya ku piştre mirov pê dikevin. Tê fikirîn ku ji sedî 90 sedema pençeşêrê faktorên hawirdorê ne. Her wiha hilberînên titûnê, xwedîbûn û hin enfeksiyon rê li pençeşêrê vedike.
Gelo tedawî mimkûn e? Di roja me ya îro de gelek cureyên pençeşêrê pêşve çûne û di astekê de mudaxele ji bo van nexweşiyan tên kirin. Lê mixanin di hin cureyên pençeşêrê de tip hê jî bêçare ye. Mînak di sala 1950’yî de pençeşêra mêjî ku pir zêde dihate dîtin piştî ku nexweşî dihate teşhîstkirin, 3 meh şûnde nexweş dimir. Lê niha piştî ku nexweşî tê teşhîskirin, nexweş di nava 6 mehan de jiyana xwe ji dest didin.
Ji bo teşhîsa zû testek nû
Hucreyên pençeşêrê bi riya xwîn û bezên lenfê li beden belav dibe. Her hucreyeke pençeşêrê teqez di xwînê de şopa xwe dihêle. Di mehên borî de zanyarên DYA’yê testeke ku di nava mîlyareke hucrede, hunceyên pençeşêrê tespît dike, afirandin. Tê fikirîn ku ev test ji bo teşhîsa nû dibe ronahî. Her wiha dê jiyana bi mîlyonan kesî bi vî awayî bê xilaskirin.Cureyên pençeşêrê Pençeşêra Pişikê; Ev 25 sal in tu guherîneke tune ye. Tedawiya lazerê, kemoterapî û cerahî tê kirin. Di warê teşhîsa zû de hin pêngav hene.Pençeşêra Memikan; Di vê cureyê de jî tu pêşveçûn tune ye. Tedawiyên wekî lazer, kemoterapî û cerahî tê kirin. Dermanekî yê bi navê Herceptî hate afirandin. Hate gotin ku dê temenê nexweş ji 6 mehan hate 2 salan dirêj dike.Pençeşêra Kolon; Ev 50 sal in tu pêşveçûnek tuneye. Li welatên pêşveçûyî ev nexweşî kêm tê dîtin. Pençeşêra prostatê; Li cîhanê pir zêde ye. Li DYA’yê di reşikan de zêdetir tê dîtin. Pençeşêra Mîdê; Eleqeya wê pir zêde bi mîdê re heye. Li Japonyayê di mêran de zêdetir tê dîtin. Li gorî teoriyê mêr çaya zêde germ vedixwin û ji ber vê diqewime. Pençeşêra Losemî; Di mezinan de zêdetir tê dîtin. Bi dermanê Gleevac tedewiya wê mumkune. Pençeşêra Mêjî; dermanê bi navê temolîzîmîde tê bikaranîn. Ev derman bandorê li ser jiyanê dike lê tedawî nake. Tumor biçûk dike, êşê dikuje. Pençeşêra Kezebê; Divê cureyê de pêngavên girîng hene. Mimkûn e ku di vê xweşiyê de di encama tedawiyê de jiyana bê xilaskirin. Pençeşêra Lenfê; Tedawiya wê heye. Bi kemoterapiyê tên tedawîkirin.
Rêbazên tedawiyê Di tedawiya pençeşêrê de bi rêbaza konvansiyonel hewl tê dayîn ku huceyên pençeşêrê tune bibe. Rêbazên wekî, cihê bi pençeşêrê bi cerahî girtin, bi radyoterpiyê şewitandin, bi kemoterapiyê piçûkirin.
Aşiya pençeşêrê Aşiyên ku li ser nexweşên pençeşêrê tê bikaranîn, beyî ku zirarê bide hucreyên normal, hucreyên pençeşêrê nas dike û pergala parastinê hişyar dike. Ev aşî ji bo ku pêşî li pençeşêrê bê girtin tê bikaranîn. Her wiha ji bo kesên baş jî ev aşî tê kirin.
Brîna reş ( Pençeşêr – Kanser)
Brîna reş, ji malzaran (hucre) destpêdike. Malzar wek karxaneyek (febrîqe) piçûk e. Malzar ji xwarinê enerjiyê çêdikin. Ji bo vê bi cîh bînin, divê di nava malzaran de perçeyên pirr piçûk ku, bi mîkroskopên Elektronê tên dîtin, hebin. Ji van perçeyên piçûk re Mîto kondrî tê gotin. Gava Mîtokondrî xera dibin yan brîndar dibin, malzar nikarin oksîjenê bistînin û bi vê re dan û stendin çênabe. Ji bo vê jî malzar bêgav dimînin ku bê oksijen bijîn û li ber xwe bidin. Ev malzarên ku bê oksjen dimînin û li ber xwe didin, di nava demê de dibin sedema brîna reş – kanser – . Malzarên ku ji van malzarên kanserê dizên jî dibin malzarên kanserê. Heta îro tu çareseriyek ji bo brîna reş nehatiye dîtin. Derman’in henin ku pêşketina brîna reş li paş dixin lê wê bi temamî ji holê ranakin.
kanser1
Pisporên vê nexweşiyê li dijî vê nexweşiyê van pêşniyazan dikin:
1-) Gava yekem: xwarina hêşînayiyan. Divê rojê 600 – 800 gram xwarinên bi nişadir û hêşînayiyên bi proteîn bên xwarin. Di nav wan de nan, birinc, meqerna, baqil, fasûlî, petat, fisteq û bindeq hene. Li gor pisporan, di nava hêşînayiyan de wîtamîn, mîneral û maddeyên din yên girîng yên li dijî kanserojenên kanserê hene û ev rê nadin ku, zû bi zû kanser çêbibe. Hêşînayîyên ku, kêm rûn û kalorîne, hem nahêlin ku kanser çêbibe û hem jî pêşiya kîlogirtin û qelewbûnê jî digrin. >>>
Komala Alî Eldenîz ya Pençeşêrê (AELV) civînên xwe yên mehanî berdewam dike
Di civînên agahdariya derbarê „Pençeşêr Losemî“yê de li Komela Çanda Kulturê ya Alewiyan Weil am Rhein, Winterthur û li Komela Med ya Çandê ya ku li Baselê de pêkhatin de sê sed kes beşdarî civînan bû.
Komîte ya birêvebir di derbarê damizrandina Komela Alî Eldenîz ya Penceşêrê de û ji bo projêyên pêşê demê de agahiyên berfirah dan.
Di beşe duyemîn ya civînan de, sedemên „Pençeşêr Losemî“yê, mêtodên têdawiyê û çawa hûcre tên baxişandin bi Dia yê hate pêşkeş kirin. Ew civînên baldar wê di pêşê demê de jî li tevayî Swîsre berdewam bikin.
Wêneyan biteqîne >>>
|