PDF Drucken E-Mail
Geschrieben von: SamoCan   
Donnerstag, den 17. Februar 2011 um 12:47 Uhr
Bi hilmê teşxîsa kansêrê a zû

 

Di teşxîsa zû kanserê de pêngaveke girîng.

Zanyarên Îngîlîz û Îsraîlî diyar kirin ku we ji bo teşxîsa zû ya gellek cûreyên kanserê amûreke nû afirandine.

 

Amûra nû kîmyawîyên ku hucre (şane) yên pênçeşêrê derdixin û belav dikin ji nefesê mirovan tespît dike.

 

Hate diyar krin ku vê amûra nû niha pêçeşêrên kezeba spî, memik, rovî û prostatê tespît dike û hewl tê dayîn ku kansêrên jî bi vê amûrê bêne tespÎt kirin.

Amûr bi avayekî pir erzan û di nava 5 deqieyan de kansêrê tespît dike û sal û cûre û şêweya kansêrê jî derdixîne holê.

 

 

Çawa „şane" dikarin xwe ji „penceşêrê" biparêzin?

 

Zanyarên zankoya Dîndî li Birîtanya û li Singafûra ragihandin, ko ew xeleka windayî ya ko bi wê, şaneyên laş xwe ji pêketina penceşêrê diparêsin hate dîtin.

Vekolîneran encamên xebata xwe di Kovara Zanistî de diyar kirine, dibêjin ko şane çawa dikare faktera pêmayiya ji dê û bav guhastî B53 kontrolê bikin, da parçekirinê birawestînin.

 

Faktera guhastî B53 ya ko berî 30 salî hatiye dîtin, roleke zindî di parastin û saxlemiya laş de dileyize.

 

Ew dibe sedema ko şaneyên têkçûyî xwe bi xwe bikujin û hem nahêle ko beş û parçe jî bibin.

 

Di rewşa penceşêrê de bi piranî Faktera guhastî B53 an jar an jî têkçûyî ye, ji lew ra şaneyên nexweş bê sansor parçe dibin û ev penceşêr bi xwe ye.

 

 

Gêzer mirovan ji kanserê jî diparêze

 

 

Encamên lêkolînên nûye zaniyaran nîşan didin ku gêzerê tesîreke baş di warê parastina mirovan li hemberê kanserê heye.

Berî vê hatibû îsbatkirinê ku gêzer ji bo bihêzkirina ronahiya çavan baş û bitesîr e, lê niha lêkoleran karîne îsbat bikin ku tesîra wê li kêmkirina nexweşiyên dil û pêşîgirtina li kanserê heye ku yek ji sebebên herî giringe mirina mirovan e.

Lêkoler bawer in ku gêzer yek ji çavkaniyên dewlemende Kartnoîdê ye ku qaweta laşê mirov ji bo sekinîna li hemberê nexweşiyan jorda dibe.

Gêzer, kartol û kelem ji çavkaniyên Kartnoîdê ne.

AddThis Social Bookmark Button
Kommentare (0)
Kommentar schreiben
Ihre Kontaktdetails:
Kommentare:
[b] [i] [u] [url] [quote] [code] [img]   
:D:angry::angry-red::evil::idea::love::x:no-comments::ooo::pirate::?::(
:sleep::););)):0
Security
Bitte geben Sie den Anti-Spam-Code aus diesem Bild ein.
Zuletzt aktualisiert am Donnerstag, den 17. Februar 2011 um 18:05 Uhr
 
Banner
Copyright © 2012 . Alle Rechte vorbehalten.
Joomla! ist freie, unter der GNU/GPL-Lizenz veröffentlichte Software.
Facebook MySpace Twitter Digg Delicious Stumbleupon Google Bookmarks 
 




Statistiken

Benutzer : 2
Beiträge : 51
Weblinks : 13
Seitenaufrufe : 417818
AddThis Social Bookmark Button