|
Xwe parastina ji penceşêrê bernameya xwarinê
Xwarin di tenduristiyê de rola sereke dileyze
Pispor diyar dikin ku bi taybetî di derketina kansêrên wek mîde, kolon, rektum, kezeba reş, pankreas, gûrçik û prostatê de roleke mezin a xwarinan heye. Li hemberî kanserê parastina herî girîng a di laşê mirovê de antîoksîdanin.
Pispor dibêjin ku di jiyana we bila her tim ava fêKiyan a teze, mast û dims hebin.
Pispor ji bo jiyaneke baş û ji bo xwe parastina ji kansêrê ji bo xwarinê bernameyeke wisa pêşniyar dikin.
SIBÊ
Qedehek ava ne sar vexwin. Salmeya bi goşt a kelemê, tebaxeke biçûk a erîşte an jî meqerneya bi gûz, Kaseyeke masta bê rûn, 2 kûzî nanê ji ardê tam an jî bi kepik,
TAŞTÊ
2 kûzî(dilim) nanê ji ardê tam an jî bi kepik, 60 gr. pênira spî, Hêkek (an xeşandî an jî bi kêm rûn pijandî), kevçiyeke hûngiv, 2 kakil gûz, sewzeyên teze û çaya kesek
DANA NAVBER
Gûşiyeke triya sor, 8-10 findiq an jî gûz an jî behîv
FÎRAVÎN
5-6 heb selma kelemê abi goşt, 8-10 kevçî erîşte an jî meqerne, kaseyeke mast, 2 kûzî(dilim) nanê ji ardê tam an jî bi kepik,
DANA NAVBER
Qedeheke ava fêKiyan a teze, kevçiyeke dims, kûziyek nan, kûziyeke zirav a pênir
ŞÎV
Kaseyeke şorbeya nîskê a bi sewze, brokoliya xeşandî, masiya di firneyê de bi sewzeyên wek kelema brukselê û gêzer, kartola xaşandî, kûziyek nan, selete
PAŞÎV
Nîv mûz, sêvek an jî meyweyeke teze a demsalê û qedeheye şîr a kêm rûn.
|