|
Tedawiyên pençeşêrê çiqasê mimkun e? |
|
|
|
|
Geschrieben von: SamoCan
|
|
Freitag, den 10. Februar 2012 um 07:44 Uhr |
|
Tedawiyên pençeşêrê çiqasê mimkun e?
Di cîhana tibê de tedawiya nexweşiyên pençeşêrê di kîjan astê de ye gelo…
Pençeşêrê pirsigirêkeke sereke ya cîhanê ye. Her sal nêzî 8 milyon kes ji ber pençeşêrê jiyana xwe ji dest didin
Her sal ji ber pençeşêrê 8 milyon kes jiyana xwe ji dest dide. Dema hemû cureyên pençeşêrê bê berhevkirin ji sedî 10’î zêdetir kes ji ber nexweşiyên pençeşêrê dimirin. Lêkolînerên pençeşêrê ku xwedî butçeyeke milyar dolarî ne hê jî dermanekî bi bandor nedîtine. Li gorî zanistan dema pençeşêr dibe mijara gotinê ji hemû kesan ne mumkune ku derman bê dîtin. Lê tîba modern ji bo ku ji pençeşêrê re çareyekê bibîne di kîjan astê de ye? Berê zanist gelek bi îdia bûn ku dê rojekê teqez ji bo pençeşêrê çareyê bibînin. Lê her ku sal derbas bûn lêgerîna çareseriyê ya cîhana zanistê veguherî û êdî hate fêmkirin ku ev nexweşiyeke kronîk ya ku mirovan dikuje ye. Niha hemû hewldanên cîhana tibê li ser pêşîgirtina pençeşêrê û teshîsa zû ye.Pençeşêr çi ye? Hîpokrat ku wekî bavê zanista tîbê tê zanîn gelek cureyên pençeşêrê tespît kiriye û navê vê nexweşiyê ku bi yewnanî tê wateya kevjalê (carcînos) daniye. Di Serdema Yekemîn de zanistê tibê yê bi navê Celsus nexweşî ku tê wateya kevjalê a wekî ‘cancer’ da nasîn. Yekemîn tedawiya pençeşêrê Beriya Zayînê di sala 1600’î li Misra Antîk tê dîtin. Di teksteke ku di papîrusa ku li Misrê hatiye dîtin de derket holê ku ji sînga nexwşişekê pençeşêrê 8 kîtle hatiye derxistin. Ji bo nexweşiyê jî têbiniya ‘tu tedawiya wê tune ye’ hatiye nivîsin. Pençeşêr di warê modernîteyê de di sedsala 18’emîn de bi belavbûna mîkroskobê re belav bû. Her wiha huncreyên pençeşêrê jî bi awayekî genetîk ji hunreyên normal di sedsala 20’emîn de hate nasîn. Pençeşêr bi hin huncreyên ku derveyî kontrolê mezin dibin derdikeve holê. Hucreyên ku derveyî kontrolê mezin dibin bi riya xwîn û benzên lenfê li beden belav dibin û berbi mirinê ve dibe. Zanistên tibê pençeşêrê li gorî du cureyan ji hev vediqetîne. Yek genetîk û ya din jî cureya ku piştre mirov pê dikevin. Tê fikirîn ku ji sedî 90 sedema pençeşêrê faktorên hawirdorê ne. Her wiha hilberînên titûnê, xwedîbûn û hin enfeksiyon rê li pençeşêrê vedike.
Gelo tedawî mimkûn e? Di roja me ya îro de gelek cureyên pençeşêrê pêşve çûne û di astekê de mudaxele ji bo van nexweşiyan tên kirin. Lê mixanin di hin cureyên pençeşêrê de tip hê jî bêçare ye. Mînak di sala 1950’yî de pençeşêra mêjî ku pir zêde dihate dîtin piştî ku nexweşî dihate teşhîstkirin, 3 meh şûnde nexweş dimir. Lê niha piştî ku nexweşî tê teşhîskirin, nexweş di nava 6 mehan de jiyana xwe ji dest didin.
Ji bo teşhîsa zû testek nû
Hucreyên pençeşêrê bi riya xwîn û bezên lenfê li beden belav dibe. Her hucreyeke pençeşêrê teqez di xwînê de şopa xwe dihêle. Di mehên borî de zanyarên DYA’yê testeke ku di nava mîlyareke hucrede, hunceyên pençeşêrê tespît dike, afirandin. Tê fikirîn ku ev test ji bo teşhîsa nû dibe ronahî. Her wiha dê jiyana bi mîlyonan kesî bi vî awayî bê xilaskirin.Cureyên pençeşêrê Pençeşêra Pişikê; Ev 25 sal in tu guherîneke tune ye. Tedawiya lazerê, kemoterapî û cerahî tê kirin. Di warê teşhîsa zû de hin pêngav hene.Pençeşêra Memikan; Di vê cureyê de jî tu pêşveçûn tune ye. Tedawiyên wekî lazer, kemoterapî û cerahî tê kirin. Dermanekî yê bi navê Herceptî hate afirandin. Hate gotin ku dê temenê nexweş ji 6 mehan hate 2 salan dirêj dike.Pençeşêra Kolon; Ev 50 sal in tu pêşveçûnek tuneye. Li welatên pêşveçûyî ev nexweşî kêm tê dîtin. Pençeşêra prostatê; Li cîhanê pir zêde ye. Li DYA’yê di reşikan de zêdetir tê dîtin. Pençeşêra Mîdê; Eleqeya wê pir zêde bi mîdê re heye. Li Japonyayê di mêran de zêdetir tê dîtin. Li gorî teoriyê mêr çaya zêde germ vedixwin û ji ber vê diqewime. Pençeşêra Losemî; Di mezinan de zêdetir tê dîtin. Bi dermanê Gleevac tedewiya wê mumkune. Pençeşêra Mêjî; dermanê bi navê temolîzîmîde tê bikaranîn. Ev derman bandorê li ser jiyanê dike lê tedawî nake. Tumor biçûk dike, êşê dikuje. Pençeşêra Kezebê; Divê cureyê de pêngavên girîng hene. Mimkûn e ku di vê xweşiyê de di encama tedawiyê de jiyana bê xilaskirin. Pençeşêra Lenfê; Tedawiya wê heye. Bi kemoterapiyê tên tedawîkirin.
Rêbazên tedawiyê Di tedawiya pençeşêrê de bi rêbaza konvansiyonel hewl tê dayîn ku huceyên pençeşêrê tune bibe. Rêbazên wekî, cihê bi pençeşêrê bi cerahî girtin, bi radyoterpiyê şewitandin, bi kemoterapiyê piçûkirin.
Aşiya pençeşêrê Aşiyên ku li ser nexweşên pençeşêrê tê bikaranîn, beyî ku zirarê bide hucreyên normal, hucreyên pençeşêrê nas dike û pergala parastinê hişyar dike. Ev aşî ji bo ku pêşî li pençeşêrê bê girtin tê bikaranîn. Her wiha ji bo kesên baş jî ev aşî tê kirin.
|